TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | DAISê êrîsî polîsê xwecihî kir: Kustî û birîndar hene

Admin L
Nivîskar
📅 30 nîsan 2021 15:59

PeyamaKurd – Li navçeya Daqûq a Kerkûkê, li nêzîkî gundê Kelozî, DAIŞê êrîşî polîsê xwecihî kir û di encamê de, polîsek hat kuştin û du polîs jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyeke ewlehiyê diyar kiriye; li başûrê Kerkûkê, li gundê Kelozî yê ser bi navçeya Daqûqê, çekdarên DAIŞê êrîşî ser polîsê xwecihî kirin û di encamê de polîsek hat kuştin û du polîs jî birîndar bûn.

Herwiha piştî êrîşa DAIŞê, artêşa Iraqê çûne alîkariya polîsan û ew jî ketine kemîna çekdaran û di encamê de serbazekî artêşê hatiye kuştin û du serbaz jî birîndar bûne.

Hêzên Iraqê, piştî bûyerê li deverê dest bi operasyon û lêgerîna çekdarên DAIŞê kirin.

Parve bike: