TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Du otomobîl li hev qelibîn: 7 kesan can dan

Admin L
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2022 15:05

PeyamaKurd Li Kerkûkê di rûdaneka tirafîkê de 7 kesan can dan.

Li gor berpirsê polîsê Kerkûkê Kawe Xerîb do diyar kiriye, li ser rêya Kerkûk û Tikrîtê, du otomobîl li hev qelibîn û di encama wê rûdanê de, 7 kesan can dan.

Li ser çawaniya rûdanê jî wî efserê polîs eşkere kiriye, tekerê yek ji wan otomobîlan ji bin derketibû, di wê demê otomobîla din li wê qelibîbû û bi vî rengî ew rûdan qewimîbû.

Parve bike: