TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Erebên hawirde bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin

Admin L
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2022 15:00

PeyamaKurd Li Kerkûkê, pirsgirêka erd û zeviyan nehatiye çareserkirin. Erebên hawirde, bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin.

Li gor zanyariyan, Wezareta Dadê ya Iraqê, lijneyek ji bo lêkolîna li ser erd û zevî û girêbestên çandiniyê yên Kurdan pêk anî û biryar e sê endamên wê lijneyê ji bo vê mebestê serdana Kerkûkê bikin, lê belê Erebên hawirde çûne dadgeha Kekûkê û bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin.

Pirsgirêka erd û zeviyan li sînorê Kerkûkê bidawî nebûye, Kurdên xwediyê erdên çandiniyê, kêşeya wan hîn jî li dadgehê ye.

Parve bike: