TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkuk: Êrîsî du Rojnamevanê kurd kirin

Admin H
Nivîskar
📅 22 sibat 2019 19:17

PeyamaKurd- Hêzên emnî yên Şîe li Kerkûkê êrîşî 2 rojnamegerên kir û gef li rojnamegerên kurd xwarin.  2 rojnamegerên kurd ji Kerkûkê derketin û hatin Hewlêrê.

Li gor nûcêya Basnewsê  “roja pênşçemê herdû rojnameger Hejar Kakeyî û Mihemed Cebarî ku li televîzyoneke nêzîkî PDKê kar dikirin jiber raportek derbarê parêezgarê liser Kerkûkê hatiye sepandin belav kirine Dezgeha Asayîşê ya Kerkûkê bang li wan kiriye û kartên wan ê rojnamegeriyê ji wan hatiye standin.”

 Merîwan Celal da zanîn ku bi awayekî herdu rojnamegeran xwe ji nava destê hêzên emnî yên Kerkûkê derxistine û berê xwe dane Hewlêrê.

Di berdewamiya axaftina xwe de Merîwan Celal da zanîn ku ji 16ê Cotmeha 2017an rewşa emnî ya Kerkûkê nelibar e û hêzên emnî mafên xelkê medenî û rojnamegeran binpê dikin.

Parve bike: