TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Ji ber petrola kaçax du kes hatin girtin

Admin L
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2021 15:30

PeyamaKurd – Li Kerkûkê, ji ber bi qaçaxî petrol vediguhestin, du kes hatin girtin.

Li gor Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, şeva borî polîsên petrolê li yek ji rêbendên bajarê Kerkûkê, du kamyon girtin ku bi qaçaxî petrol vediguhestin.

Amir Nûrî da zanîn, her kamyonekê 40 galon petrol bar kiribû û bi qaçaxî dibirin. Ji ber wê jî şofêrên wan hatin girtin.

Parve bike: