TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk: Ji bo hilbijartina parêzgarekî nû civîneke awarte tê lidarxistin

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2026 10:09

PeyamaKurd - Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo hilbijartina parêzgarekî nû yê bajêr bang li hemû endaman kir ku îro beşdarî civîneke awarte bibin.

Tevî ku Bereya Tirkmenî li ser berbijêrekî li hev kiriye jî, ji ber nîqaşên li ser parvekirina desthilatê di navbera pêkhateyên Ereb û Tirkmen de aloziyên siyasî berdewam dikin.

Li gorî zanyariyan, Ereb ditirsin ku eger post radestî Tirkmenan bibe, piştî sersalê ew dest ji postê bernedin, lewma ew pêşniyar dikin ku parêzgar Ereb be lê desthilat ji bo demekê bi rêya cîgirtiyê ji Tirkmenan re bê dayîn.

Ji aliyê din ve, daxwaza Qeys Xezelî ya ku post di van mehên dawî de bide Tirkmenên Şîe, bûye sedema dabeşbûnekê di navbera Tirkmenên Sunî û Şîe de.

Li gorî rêkeftina berê ya "Otêla Reşîd", dema Kurdan a parêzgariyê (bi serokatiya Rêbiwar Teha) qediya ye û Serokwezîrê Iraqê jî ji bo tije kirina valahiya îdarî hefteyek mohlet dabû aliyan.

Parve bike: