Kurdistan
Kerkûk | Terorîstên DAISê êrisî hêzên Iraqî kirin
PeyamaKurd – Li gundekî bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin.
Qaymeqamê bajarokê Daqûqê Loys Xizir diyar kir, şeva borî li gundê Nizar Kakî yê Daqûqê terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin.
Loys Xizir destnîşan kir, di wê êrîşê de serbazekî Iraqî hat kuştin û hêzên ewlehiyê cihê êrîşê dorpêç kirin.