TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Terorîstên DAISê stûnên elektrîkê teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 14 hezîran 2021 20:09

PeyamaKurd – Li nav sînorê parêzgeha Kerkûkê rêxistina terorîst DAIŞê stûnên elektrîkê bi bombeyên çandî teqandin û xelkê navçeya Bay Hesen a qezaya Dubizê bê elektrîk ma.

Berpirsê beşa ragihandina tora elektrîkê ya Kerkûkê Elî Kerem derbarê wê êrîşê de ragihand, ber bi sibehê li navçeya Bay Hesen a ser bi qeza Dubiz a sînorê parêzgeha Kerkûkê bi rêya teqandina bombeyên çandî çend stûnên elektrîkê hatin teqandin û elektrîk hat birîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 13ê Hezîranê jî nêzîkî gundê Dawudeluk a Riyaz a qeza Hewîce ya sînorê parêzgeha Kerkûkê, çend stûnên elektrîkê bûbûn armanca êrîşê.

Parve bike: