Kerkûk | 'Tirsa ku girtiyên DAISê birevin heye, divê Kurd xwe bas amade bikin'
PeyamaKurd – Piştî liv û tevgera zêda ya terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, tirsa ku DAIŞiyên di girtîgehên Kerkûkê de ne, mîna girtiyên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê ji girtîgehê birevin û ji nû ve çalak bibin.
Parlementera Kurdistanê û endama komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Lîza Kakeyî ji BasNewsê re daye xuyakirin ku tehdîd û metirsiyên DAIŞê li ser deverên Kurdistanî zêde bûne û divê kurd ji her tiştekî re amade bin, bi taybet di warê ewlehî û asayişê de.
Lîza Kakeyî dibêje, eger DAIŞ dîsa dest bi êrîşên berfireh bike bajarên Kerkûk û Şingal dê bibin armanc.
Parlementera Kurdistanê diyar dike, “Eger êrîşên DIAŞê bidomin û rewş bi vî rengî be, tirsa wê heye girtiyên DAIŞê yên li Kerkûkê mîna girtiyên DAIŞê yên li girtîgeha bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji girtîgehê birevin û li deverên Kurdistanî belav bibin û dîsa xwe organîze bikin. Ji xwe malbatên wan jî di kampan de li benda wan in. Qet dûr nîne ew agir bipeşke Herêma Kurdistanê jî.”
Lîza Kakeyê destnîşan dike, hêzên Iraqî heta niha amadekariyeke wan ya bihêz nîne li hember êrîş û gefên DIAŞê, ev jî mirov ditirsîne. Loma divê kurd xwe baş amade bikin û vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî bikin merca serekî di danûstandinên bi Bexdayê re.