TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Xaleke pasevaniyê ya Kurdên xwebexs rastî êrîsekê hat

Admin L
Nivîskar
📅 27 nîsan 2022 15:53

PeyamaKurd – Xaleke pasevaniyê ya Kurdên xwebexş li Kerkûkê, ji aliyê çekdarên nenas ve rastî êrîşê hat.

Li gor zanyariyan, çekdarên nenas li gundê Mensûr ê li sînorê Heftexar a navçeya Daqûq a parêzgeha Kerkûkê, êrîşî xaleke zêrevaniyê ya Kurdên xwebexş ên deverê kirin.

Şêniyê gundê Mensûriyê Yûsif Ehmed diyar kiriye: “Çekdarên nenas ji çend aliyan ve êrîşî gundê me kirin, lê şêniyên gund li hemberî wan derketin û şer derket.”

Yûsif Ehmed herwiha daye zanîn, di pevçûna çekdarî de xwebexşek bi navê Ehmed Elî Wehab birîndar bûye û gule li milê wî ketiye û niha li nexweşxaneya Daqûqê tê dermankirin.”

Herî dawî Ehmed eşkere kiriye: “Şêniyên gund nêzîkî 20 xûlekan şer kirine û piştre hêzeke ewlehiyê bi hawara wan de çûye û karîne çekdaran paş de bidin.”

Parve bike: