Kerkûkî: Ji bo rewsa Kerkûkê asayî bibe lihevkirinek hatiye kirin
PeyamaKurd – Kemal Kerkûkî yê PDKê ragihand, ji bo rewşa Kerkûkê asayî bibe lihevkirinek hatiye kirin û PDK jî wê vegere Kerkûkê.
Berpirsê Ofîsa Rêxistina Germiyanê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand, ji bo rewşa Kerkûkê normal bibe û PDK vegere Kerkûkê, rêkeftinek hat kirin.
Bi bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, bi destbikarbûna serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa es-Sudanî, hewlên ji bo vegerandina rewşa asayî ya Kerkûkê ku di bin şert û mercên awarte de dihat birêvebirin, zêde bûn.
Berpirsê Ofîsa Rêxistina PDKê ya Kerkûk û Germiyan Kemal Kerkûkî ji K24ê re diyar kiriye, ji bo asayîkirina Kerkûkê û vegerandina PDKê bo nav bajêr rêkeftinek hatiye kirin, lê hinek pirsgirêkên teknîkî hene ku divê bên çareserkirin.
Kerkûkî gotiye: Kurd, Şîe û Sunne li ser asayîkirina Kerkûkê li hev kirine, ev rêkeftin di bernameya hikûmeta nû ya Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de cih girt û di Encûmena Nûneran de deng li ser hat dayîn.
Herwiha Kerkûkî daye zanîn: “Hemû hewlên asayîkirina Kerkûkê bi rêkeftin, belge û îmze hatine encamdan, tenê beşên teknîkî mane.