Kurdistan
Kesê wenda di nav arazî de mirî dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê 2 roje ku kesê bi navê Mehmet Köprübaşı (55) wendaye û malbat û pêwendîdar lê digeriyan. Îro li sîta mobîlyakaran li dora nîvro nêzî sîteyê di nav arazî de, kesên ku cesedekî dîtin xeberê dan pêwendîdaran. Lê li nêzî ciyê cesed jî erebeyekî parkirî û derê wê vekirî jî dîtin.
Dema tîmên 112an û polîsan çûn ciyê rûdanê, dîtin ku zilam jiyana xwe ji dest daye. Cenazê wî birin morga tiba edlî ya bajarê Rihayê.
Li ser bedena Mehmet Köprübaşı yê ku 2 roje wendaye ti şopekî weka yê demançê an kêrê nehat dîtin. Sedema mirina wî dê piştî otopsiyê diyar bibe.