Kurdistan
Kesekî bi hinceta sûstina serefê xwiska xwe kust
PeyamaKurd – Li taxa Şêx Meqsûd a li Helebê ku Kurd lê dijîn, kesekî bi hinceta şûştina şerefê, xwişka xwe kuşt.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, roja 14ê Nîsanê li taxa Şêx Meqsûd a Kurda, welatiyekî bi hinceta şûştina şerefê, xwişka xwe kuşt û piştre xwe teslîmî asayîşê kir.
Hêjayîş gotinê ye, taxa Şêx Meqsûd mezintirîn taxa Kurdan li bajarê Helebê ye û piraniya Kurdên ku li wir dimînin ji Efrîn û Kobanî ne. Kontrola taxê niha di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û dema 6 rojan e ku ji aliyê hêzên Hikûemta Sûriyê ve bi dijwarî hatiye dorpêçkirin.