Kurdistan
Kesên ser û rûgirtî êrîsê baregeha PDK ê ya Kîfriyê kirin
PeyamaKurd – Çend roje li bajarê Silêmaniyê û der û dora wê xwepêşandan hene, êrîş hene, avahiyan dişewitînin û mirovan dikujin. Îro car din li navçeya Kîfriyê xwepêşandêrên tund êrîşê baregeha PDK ê kirin. Ber destê êvarê kesên serçavgirtî êrîşê baregeha PDK ê kirin û xwestin avahiyê bişewitînin.
Hat ragihandin ku berya herin ser baregeha PDK ê kesên çekdar avêtine ser baregeha YNK ê ya Kîfriyê ku bi ser Germiyan ve ye û paşî çûne baregeha PDK ê û xwestine baregehê bisojin lê hêzên asayîşê rê liber wan girtine.
Li gor agahiyan li navçeya Kîfriyê xortê bi navê Mîran Muhammed Şukri yê 21 salî jiyana xwe ji dest daye.