Kesên xaniyên wan xesarê dîtin konteyniran dan wan
PeyamaKurd – Do li bajarê Erzeromê li navça Koprukoyê erdhejekî bi pileya 5.1 çêbû û di hinek xaniyên gundan de xesar çêbûbû. Bi rêvebiriya parêzgeha Erzeromê AFAD, tîmên 112 ê, UMKE, Kızılay, Cendirme (JAK) û şaredariya mezin xebatên xwe yên li Topçu, Söylemezê û Duatepeyê dewam dikin. AFAD ê bi TIR an konteyniran gihandiye gundan û bi alîkariya vîncan ji gundiyan re konteynir datînin.
Tîmên parêzgehê li gundan tesbîta xesarê dikin û Kızılay jî xwarinê dide mexdûran. Seroke Kızılay a Erzeromê Hüseyin Bozhalil weha got:
“Piştî erdehejê em yekser çûn ciyê erdhejê. Em ji bo mexdûran şorbe, xwarin û çayê didin. 12 xebatka, 2 alavên me û 4 alavên tesbîtê li deverê dixebitin. Em hewl didin ku cilên wan bidin. Bi taybetî zarokên pêdiviya wan bi cilan hene, em tesbîta wan dikin da cilan bidin wan.”