TR KU SO
FB X
Kurdistan

Keseyê Suryanî yê ku bi hinceta PKKê hatibû girtin, hat berdan

📅 15 rêbendan 2020 18:01

PeyamaKurd - Keşeyê Dêra Mor Yaqûbê, Sefer Bîleçen (Aho) ku roja 10ê Çile bi hinceta ‘alîkariya rêxistina terorê’ hatibû ‎girtin, piştî îtiraza parêzeran hat berdan. ‎

Hefteya borî li navçeya Nisêbînê ya ser bi bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, Keşeyê Dêra Mor Yaqûb, Sefer ‎Bîleçen ku wek Aho jî tê naskirin bi hinceta "alîkariya rêxistina terorê " hatibû desteserkirin. Roja Înê 10ê Çile jî ‎biryara girtinê di derheqê wî keşeyî de hatibû dayîn.

Biryara girtina wî qeşeyî rastî nerazîbûnan hatibû. Piştî parêzeran îtiraz kir, Dadgeha Cezayê Silhê ya Duyemîn a Mêrdînê jî îtiraza parêzeran pejirand û biryara berdana Bîleçen da.

Piştî biryara dadgehê, Bîleçen doh Sêşemê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat berdan. Welatiyên Suryanî û Keşeyê Dêra ‎Deyrûlzaferanê, Gabriyel Akkurt pêşwazî li Bîleçen kirin.

Parve bike: