TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ketin û derketina 9 bajaran hat qedexekirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2020 20:31

PeyamaKurd – Piştî destpêkirina meşa HDPê ya ber bi Enqerê ya protestokirina xistina parlamentariya herdu parlamentarên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari, li 9 bajarê Tirkiye û bakurê Kurdistanê ketin û derketina bajaran hat qedexekirin ku wekî hincet bergiriyên vîrusa koronayê hatin nîşandan.

Parêzgariyên bajarên; Edene, Bursa, Wan, Bedlîs, Tekirdag, Colemêrg Kirklareli, Edirne û Sakaryayê bi daxuyaniyan ragihandin ku bi sedemên têkdana ewlehiya giştî û lawazkirina têkoşîna pêşîgirtina vîrusa koronayê her cure çalakî û ketin û derketina bajaran hatiye qedexekirin.

Parve bike: