TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kiliçdaroglu serdana Roboskê kir: Encex pistî ronîkirina bûyerê helalîxwestin pêk were

Admin H
Nivîskar
📅 04 tebax 2022 19:08

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro 4ê Tebaxê bi navê ‘Helalî Xwestinê’ serdana gundê Roboskê yê navçeya Qilaban a Şirnexê kir ku 28ê Kanûna 2011an bi bombardimana balafirên Tirk 34 welatî hatibûn komkujkirin.

Kilicdaroglu piştî serdana malbatên Roboskê di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser bûyera komkujiya Roboskê û got: “Hîn êşa wê bidawî nebûye. Heger edalet were welat lazime ew êş bê bidawîkirin. Pêwîste edalet bicih were û bûyer bê ronîkirin. Encex piştî ronîkirina bûyerê helalîxwestin pêk were.”

Serokê CHPê herwiha got ku ew dê edaletê bicih werînin û ew erka wan e û wiha axivî: “Heger hûn edaletê pêk bînin, hûnê di nav civakê de hevdu hembêzkirin, aramî û aştiyê jî pêk bînîn. Derveyî wê êş û agirê dilê dayikan venamire û wê venemire.”

Parve bike: