TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kirina çalakiyan li Bedlîsê bi îzna parêzgehê ve hat girêdan

Admin M
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2022 04:04

PeyamaKurd – Parêzgeha Bedlîsê biryarê da ku kirina çalakiyên weka meş, civîn, ragihandina çapemeniyê, vekirina stendan, rûniştin, grev, xwepêşandan û çalakiyên weka wan heya 19 ê temmûzê bi îzna parêzgehê ve hatine girêdan.

Li bajarê Bedlîsê û di nav sînorê Bedlîsê de her çalakiya ku bêkirin heya ji parêzgehê îzin nê sitendin dê nêkirin. Biryar ji 5 ê temmûzê siet ji 00.01 ê destpêdike û heya 19 ê temmûzê siet 23.59 an dewam dike.

Parve bike: