TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kirmasan | Jinekê agir berda canê xwe û xwe kust

Admin L
Nivîskar
📅 17 gulan 2022 15:06

PeyamaKurd – Jinekê li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê agir berda canê xwe û xwe kuşt.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, li Kirmaşanê jineke 17 salî bi navê Sîta Şêx Muradî ku çend roj berê agir berdabû canê xwe, can da.

Hat ragihandin, ew jina han di temenê biçûk de hatibû zewicandin û dîya zarokek 4 mehî bû.

Herwiha tê gotin ku wê jina Kurd ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe şewitandiye.

Kesekî nêzîkî wê jinê gotiye, Sîta alkol bi ser xwe de kiribû û agir berdabû canê xwe.

Parve bike: