TR KU SO
FB X
Kurdistan

Koalisyona Navdewletî: Em ê hevkariya xwe bi Pêsmerge re dewam bikin

Admin M
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2023 04:15

PeyamaKurd – Cîgirên serokerkanê wezareta Pêşmerge û heyeta koalisyona navdewletî ya li Herêma Kurdistanê ji bo li ser koordinasyon û hevkariya navbera xwe biaxifin, li hev civiyan. Ragihandin ji wezareta Pêşmerge de hat kirin. Di civînê de bi heyeta şêwrê ya Herêma Kurdistanê re, nûnerên hêzên Pêşmerge yên 70 û 80 ê hebûn û behsa xebatên qezareta Pêşmerge, tumenên hevpar û li ser çawaniya meşandina pêvajoya perwerdê axifîn.

Behsa koordinasyona wezareta Pêşmerge, Iraqê û hêzên koalîsyonê yên li Herêma Kurdistanê hat kirin. Bicîhanîna reformên li wezareta Pêşmerge û çareserkirina kêmasiyan mijareka wan ya din bû. Heyeta koalîsyonê dubare kir ku wê hevkariya wan bi Pêşmerge re dewam bike û xwestin ku reformên wezaretê dewam bikin.

Parve bike: