Kurdistan
Kobanî | Dewriyeya Rûs-Tirk di bin kevirbarînê de birêve çû
PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên artêşa Tirkiyê îro li rojavayê Kobanê dewriyeyeke hevbeş a leşkerî pêkanîn ku rastî protestoyan hat.
Rêgeha dewriyeya hevbeş di gundên Aşmê, Carqelê, Cibinê, Beyadiyê, Zormexar, Mişko, Bênder, Gereqûyê, Qulê, Sosan, Boban, Xorxorî, Dîkmedaş û Qiranê re derbas dibe.
Dewriyeya ku ji 4 panzêrên her du aliyan û helîkopterên Rûsyayê pêk hat û li gundê Aşmê dest bi gerê kir, rastî protestoyên xelkê hat û kevir bi ser wan de hatin barandin.
Dewriyeyên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li ser rêkeftina 22yê Cotmeha 2019an a di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi rê ve diçin.