TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kobanî | Di encama teqîna tankêreke sotemeniyê de 8 kes birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 12 adar 2021 15:00

PeyamaKurd – Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, di encama teqîna tankêreke sotemeniyê de 8 sivîl birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecîhî diyar kirin, li ser rêya Kobanî û Helebê û li pêşiya stasyona sotemeniyê ya Çiya li Sirînê, tankêreke sotemeniyê teqiya û di encamê de 8 kes birîndar bûn û teqînê gelek ziyanên madî li pey xwe anî. Herwiha 2 otombêl jî bi temamî şewitîn.

Hat destnîşankirin, birîndar ji bo nexweşxaneyên Kobanî hatine veguhestin û rewşa 2yan ji wan, metirsîdar e û heta niha sedema teqîne diyar nebûye.

Navên 8 birîndarên teqînê wiha ne; Telal Omer, Miseb Casim, Sedam Mehmûd, Mehmûd Beko, Ziyad Şêxo, Îzedîn El-Elî û Şiyar Cûma.

Parve bike: