Kurdistan
Kobanî | Di rojên koronayê de dewriyeya hevbes a Rûs-Tirk geriya
PeyamaKurd – Tevî zêdebûna belavbûna û metirsiya vîrusa koronayê jî dewriyeyên Rûs-Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di çarçoveya rêkeftinên Soçiyê yên 22yê Cotmeha sala 2019an de polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê dewriyeyên hevbeş li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê pêk tînin.
Îro 6ê Nîsanê jî dewriyeyeke nû ya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji gundê Aşmê bi beşdariya 4 panzerên Rûsyayê û 4 panzerên Tirkiyê hat destpêkirin.
Dewriyeya hevbeş piştî gera xwe ya çavdêriyê ya li gundên Aşmê, Çarqilî, Cebnê, Kataş, Ceb Ferec, Dirbazîn, Bênder, Qereh Kuyî, Qolî, Sosan, Siftek, Boban, Xorxorî, Dîkmetaş û Qeranê bidawî tê.