TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kobanî | Mînek vedayî teqiya û di encamê de welatiyekî Kurd bi giranî birîndar bû

Admin L
Nivîskar
📅 24 hezîran 2022 14:58

PeyamaKurd – Li gundê Qere Mox a li rojhilatê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, mînek vedayî teqiya û di encamê de welatiyekî Kurd bi giranî birîndar bû.

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweeser diyar kirin, roja 23ê Hezîranê li gundê Qere Mox li rojhilatê Kobanî, ji ber teqîna mîneke vedayî welatiyekî Kurd bi giranî birîndar bû.

Herwiha hevdem li gundê Eyn Hisên li bakurê rojhilatê Himsê ji ber teqîna mîneke vedayî 6 welatî birîndar bûne, piştre bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Parve bike: