TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kolberekî kurd di bin asîtê de ma û can da

Admin İ
Edîtor
📅 10 sibat 2025 16:44

PeyamaKurd – Kolberekî kurd ê ji bajarê Sewlavayê yê Rojhilatê Kurdistanê ku nasnanmeyê wî weke Emîn Husênî hat ragihdanin, li çiyayên Sewlavayê di bin aşîtê de ma û canê xwe ji dest da.

Raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, ragihand ku doh nîvro (09.02.2025) Emîn Hisênî yê xelkê gundê “Derekê” yê ku bi ser bajarê Sewlavayê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di bin aşîtê de ma û canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku cendekê wî rakirine nexweşxaneyekê.

Hengaw derbarê wî de dibêje, ew zewicî û bavê 4 zarokan bû.

 

 

Parve bike: