Kurdistan
Kolberekî Kurd ji ber hilgirtina barekî giran can da
PeyamaKurd – Kolberekî Kurd ê ji navçeya Selas Bawecanî ya Kirmaşanê, do li nahiya Newsûd ya wê parêzgehê, ji ber hilgirtina barekî giran, can da.
Li gorî zanyariyan, wî kolberî barekî gelekî giran hilgirtibû. Dema barê xwe digihîne cihê mebest, dilê wî disekine û can dide.
Hat eşkerekirin, navê wî kolberî Elî Dewîşanferd e û 47 salî û bavê du zarokan bû.