TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komela Cîhana Îslamî êrîsa li ser Hewlêrê sermezar kir

Admin L
Nivîskar
📅 14 adar 2022 17:35

PeyamaKurd – Komela Cîhana Îslamî êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Hewlêrê şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Komela Cîhana Îslamî Mihemed Bin Ebdulkerîm Îsa bi daxuyaniyekê, êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û da zanîn, êrîş destdirêjiya li ser aramî û ewlehiya Iraq û gelê wê ye.

Li gor Sekreterê Giştî ya Komela Cîhana Îslamî eşkere kir, ew hemû kiryarên tundrewî, teror û tundûtijiyê red kirin.

Herwiha Îsa bi navê Sekreterê Giştî yê Komela Cîhana Îslamî, deste û encûmenên wê, hevxemiya xwe tam bi Iraqê re di rûbirûbûna hemû gefên li ser ewlehî û aramiya wê de nîşan da.

Parve bike: