TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komên çekdar li Efrînê 5 kes revandin

Admin H
Nivîskar
📅 02 sibat 2023 00:16

PeyamaKurd – Komên çekdar ên bi ser artêşa Tirkiyeyê ve, li Efrînê 5 welatî revandin.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, koma çekdar a bi navê Polîsê Leşkerî roja 28ê Çileya 2023an 5 kes ji bajarokê Cindirêsê yê Efrînê revandin.

Hat eşkere kirin ku kesên hatine revandin navên wan; Recep Silêman Şewax, Şevyar Mistefa Sedo, Îmad Kemal Sedo, Inayet Arif Bekir û Mihemed Îbrahîm Mihemed e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji sala 2018an dema dargirkirina Efrînê ve, binpêkirinên mafên mirovan bi destê komên çekdar dewam dikin û li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan heta niha zêdetirî 8 hezar û 500 kes hatine revandin ku hejmarek zêde kes jî girtî ne.

Parve bike: