TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komên çekdar li ser kontrolkirina deriyê Girê Spî bi hev ketin

Admin H
Nivîskar
📅 09 adar 2020 02:40

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ketiye destê artêşa Tirkiye û komên çekdar, ji ber kontrolkirina deriyê sînor şer derketiye.

Li gorî çavkaniyê herêmê koma çekdar ya bi navê Ehrar El-Şerqiye û koma Cebhe El-Şamiyê ji bo kontrolkirina deriyê sînor şer kirin.  Herwiha piştî şer jî çekdaran li bajar qedexeya derketina derve ragihand. Derbarê kuştî û birîndarên wî şerê çekdaran de zanyarî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye gelek caran komên çekdar di nav xwe de, li ser dabeşkirina dahatên herêmên dagirkirî bi hev dikevin û heta hevdi dikujin.

Parve bike: