Kurdistan
Komîsyona Destpakiyê li Silêmaniyê ji bo pirsa mûçeyan dest bi lêkolînê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Komîsyona Destpakiyê bi mebesta lêkolînkirina pirsgirêka mûçeyên karmendan û dabeşkirina dahatan serdana îro 8ê Hezîranê Silêmaniyê dike.
Komîsyona Destpakiyê ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku biryara hatiye dayîn li ser pirsgirêka mûçeyan a li Silêmaniyê, Helebce û Germiyanê û çawaniya dahatên Silêmaniyê lêkolîn bê kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê şanda parlamentoyê hejmarek civînan li Silêmaniyê pêk bîne û lêpirsînên bo bankayên dahatên wan kêm bûne bişopîne.
Hat diyarkirin ku piştî bidawîbûna lêpirsînan wê encamên wê ji Lijneya Darayî re were pêşkeşkirin.