TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komîteyên Hilbijartinê yên PDK û YNKê dicivin

Ruken güler
Nivîskar
📅 28 sibat 2023 18:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) dê bicivin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku komîteyên PDK û YNKê yên hilbijartinê, dê îro saet di 11:00an de li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bicivin.

Li gorî hat ragihandin, dê civîn li Buroya Hilbijartinê ya PDKê were kirin û hat diyarkirin ku dê di civînê de li ser rojanekirina yasaya hilbijartinê û şertên siyasî bê rawestandin.

Parve bike: