TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kompaniyeke taybet biryar da neftê bide 2500 malbatên hejar

Admin L
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2020 18:01

PeyamaKurd – Li bajarê Koye kompaniyeka taybet bê beramber neftê dide malbatên hejar.

Li gor Qaymeqamê bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê Yûsif Kelkanî ragihand, kompaniyeke taybet bi rêya rêveberiya çavdêriya civakî ya Hewlêrê, biryar da neftê bide 2500 malbatên hejar yên bajêr.

Herwiha Yûsif Kelkanî da zanîn, kompanî dê serê her malê bermîlek neft bê beramber bide.

Qaymeqamê Koye destnîşan kir, ew neft dê bi rêya wekîlên xorakê, li wan malbatan were belavkirin.

Parve bike: