TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komxebata CHPê ya 3 rojan, îsal li Wanê tê rêvebirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 gulan 2022 18:28

PeyamaKurd-Li gorî nûçeyên ajansên herêmî, Serokê Giştê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ligel 248 serokên şaredariyên CHPê, diçe bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê. Hat ragihandin ku serdan bi armanca komxebatê dest pê dike û dê 3 rojan dewam bike. Hat eşkerekirin ku dê rojeva komxebatê, hilbijartinên bakur û Tirkiyeyê bin.

Rayedarên CHPê, piştî mitînga li Stenbolê, amadekariya çûyîna Wanê dikin. Li gorî rojnameyên herêmî, dê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û 248 şaredarên CHPê, di 27ê Gulanê de li Wanê bin û dê di navbera 27-28 û 29ê Gulanê de kampa xwe ya komxebatê deynin. Di kampa ku dê 3 rojan bidome de mijara sereke wekî ‘Hilbijartinên Tirkiyeyê’ hatiye diyarkirin. Hat ragihandin ku dê komxebata CHPê roja şemiyê bi axaftina Kemal Kiliçdaroglû dest pê bike û dê qala xebatên şaredariyên CHPê bê kirin. Hat zanîn ku ligel komxebatê, dê koma CHPê li nav welatiyên Wanê jî bigere û dê nêrîn û pêşniyazên wan ên di derbarê hilbijartinan de bigire da ku pêvajoya hilbijartinan, bi aqilekî hevpar were rêvebirin.

Sala par CHPê kampên xwe li Dîlok û Qeyserê danîbûn. Hat zanîn ku dê koma CHPê, di roja yekemîn de serdana hemû navçeyên Wanê bike.

Parve bike: