TR KU SO
FB X
Kurdistan

Konê malbateke li kampa Giwêlan sewitî: Jin û mêrekî Efrînî can dan

Admin H
Nivîskar
📅 16 hezîran 2020 19:52

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê agir bi konekê nav kampa penaberan a kurdên Rojavayê Kurdistanê ku li Duhoyê ye ketiye.

Li gorî zanyariyan konê ku agir pê ketiye bi temamî şewitî ye û jin û mêrekî penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Efrînê, di encama şewata li konê kampa Giwêlan a Duhokê jiyana xwe ji dest dane.

Hat zanîn kesên ku can dane Ferat Hesen Bekir 20 salî û hevjîna wî File Oso 19 salî bûn ku Kurdên Efrînê ne.

Derbarê vêketina agir de ji aliyê asayişê û aliyên pêwendîdar ve lêkolîn berdewam dike.

 

Parve bike: