Kongra giştî ya DEM Partiyê di 6 ê Êlûnê de ye
PeyamaKurd – Berdevka DEM Partiyê Ayşegül Doğan ragihand ku dê kongra DEM Partiyê di 20ê êlûnê de bihata kirin lê wexta kongreyê guhertine û kirine 6 ê Êlûnê. Wê kongre di 6 ê Êlûnê de li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet bikin.
Doğan, li navenda DEM Partiyê ji bo çapemeniyê daxwuyanî da û got ku yasa çarçovê ya nû ji bo pêngavên berbiçav girîng e. Doğan got; ji bo dozekî sedsale cara yekeme ku gavekî hûqûqî avêtine. Doğan dewam kir:
“Ew kesên li dijî aştiyê radiwestin, divê bala xwe bidinê ku li ortê rêxisitnekî xwe fesh kiriye û dest ji şerê çekdarî berdaye heye. Niha ji bo rêxistina feshkirî qanûnekî çarçovê amade dikin. Çarçoveya ku encama navborî bixe nav nîzamekî. Divê em ji vê geranekê derên…”
Doğan got ku yasa çarçoveyê tenê ew yasaye ku ji şer derbasî siyaseta demokratik dibin û yasa bersiva bendeyên wan jî nade. Doğan ragihand ku divê pêvajoyên hûqûqî û îdarî bên bicîhanîn û weha dewam kir:
“Heyeta Îmraliyê dê îro bi serokkomar Erdoğan re hevdîtin bike û pêşdeçûnên dawiyê dê rave bikin. Dema wext dirêj dibe, talûkeyên enfekta pêvajoyê jî zêde dibin…”
Doğan li ser berdana Selahattin Demirtaş an Figen Yüksekdağ û kesên ku di derbarê wan de biyarên Dadgeha Navdewletî ya Mafên Mirovan û Dadgeha Destûrê hene, ne hewceye ji bo wan qanûn derxin û divê ev kes di zîndanê de nemînin.