Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê îro tê lidarxistin
PeyamaKurd – Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 3yê Mijdara 2022an, li Duhokê tê lidarxistin û biryar e sê rojan berdewam be.
Li gor zanyariyan, di meha Tebaxa 2022an de hilbijartina endamên kongreyê di nava organên PDKê destpê kiribû ku mafê dengdanê ya zêdetirî 600 hezar endaman hebûn û ji nava wan 800 endam ji bo beşdariya di kongreya 14emîn a PDKê de hatin hilbijartin.
Herwiha ji bilî endamên hilbijartî, li gor peyrewên kongreyê, endamên Polîtburo û Serkirdayetiyê, bêyî dengdanê dibin endamên kongreyê û divê % 25 ji endamên kongreyê jin bin.
Hat zanîn ku nêzîkî hezar kes wê beşdarî 14emîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bibin.
Weke tê zanîn, herî dawî di sala 2010an de kongreya 13emîn a PDKê hat lidarxistin û li gor peyrewa navxwe ya PDKê, divê her çar salan carekê kongre were lidarxistin, lê ji ber şerê li dijî DAIŞê kongreya 14emîn hat paşxistin.
PDK di sala 1946an de bi dirûşma “Yan Kurdistan an Neman” hat avakirin û dest bi têkoşîna xwe kir. Di dirêjiya jiyana xwe de rêze serkeftin û destkeftiyên bênavber wek Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê tomar kirine. Di avakirina Bereya Kurdistanî û serhildana Buhara 1991ê de jî roleke wê ya sereke hebû.
PDK yek ji aliyên herî sereke bû di avakirina Parlamentoya Kurdistanê û kabîneyên li pey hev ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Her wiha parêzvanê sereke yê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an bû.
Kongreyên berê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK):
- Kongreya Yekemîn: Roja 16ê Tebaxa 1946an li Bexdayê li mala Seîd Fehîm û bi amadebûna nêzîkî 70 delegeyan bi dizî hat lidarxistin.
- Kongreya Duyemîn: Di Adara sala 1951ê de li Bexdayê, li mala Elî Hemdî, bi amadebûna nêzîkî 30 nûneran hat lidarxistin.
- Kongreya Sêyem: Roja 26ê Çileya 1953an li Kerkûkê bi amadebûna nêzîkî 35–40 delegeyan hat lidarxistin.
- Kongreya Çarem: Roja 4 - 7ê Cotmeha sala 1959an de li Bexdayê, li mala Kaka Ziyad, bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî hat lidarxistin.
- Kongreya Pêncemîn: Di Gulana 1960î de li bargehên PDKê li Bexdayê hat lidarxistin.
- Kongreya Şeşemîn: di destpêka Tîrmeha 1964an de li Qeledzê hat lidarxistin.
- Kongreya Heftem: 15ê Mijdara 1966an li Gelala hat lidarxistin.
- Kongreya Heştemîn: 1ê Tîrmeha 1970î de li Nawpirdanê bi amadebûna 488 delegeyan hat lidarxistin.
- Kongreya Nehem: Di 4ê Mijdara 1979ê de hat lidarxistin û tê de Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê hat hilbijartin.
- Kongreya Dehemîn: Di navbera 2 - 12 Berçileya 1989an de li Mergewerê bi beşdariya 332 delegeyan pêk hat.
- Kongireya Yazdehemîn: Sala 1993an li Hewlêrê bi beşdariya 2176 nûneran hat girêdan.
- Kongreya Diwazdemîn: Di 6 - 14 Cotmeha 1999an de, li Hewlêrê bi beşdariya 1473 delegeyan hat lidarxistin.
- Kongireya Sêzdemîn: Di 11ê Berçileya 2010an de, li Hewlêrê bi beşdariya zêdetirî 1500 delegeyan hat lidarxistin.