TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kongreya Hejar Mukriyanî li Dusseldorfê dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2026 18:04

PeyamaKurd - Bi amadebûna Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ya li Baregeha Barzanî û bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî, îro 20ê Tîrmehê yekemîn Kongreya "Hejar Mukriyanî" li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê dest pê kir.

Serokê Federasyona Kurdistan-Diyasporayê Serdar Jaf ragihand ku ev çalakiya çandî projeyeke niştimanî ye ku armanca wê parastina resenatiya wêjeya kurdî û yekxistina dengê nivîskarên li xerîbiyê ye.

Jaf derbarê hilbijartina navê Hejar Mukriyanî de ragihand ku ev helwesteke hizrî ye, çimkî ew ronakbîrê mezin sembola yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê ye û wan xwestiye mîrata wî ya dewlemend a di warê çand, dîrok, felsefe û zimên de bi nifşên nû yên li dîyasporayê bidin naskirin.

Armancên navdewletî û bikaranîna teknolojiya nûjen

Ev kongre ku di bin dirûşma "Ber bi wêjeyeke Kurdistanî ya resen û nûjen" de bi rê ve diçe, hewl dide dîwarên di navbera nivîskariya kurdî û wêjeya cîhanê de hilweşîne û bibe pireke xurt di navbera afirînerên navxwe û derveyî welat de.

Amadekarên vê xebatê diyar dikin ku yek ji xalên herî girîng ên vê hewldanê, girîngîdana bi medyaya dîjîtal e. Di vê çarçoveyê de malpereke taybet a bi navê "Diaspora" hatiye avakirin daku bi hezaran babetên çandî li ser werin weşandin û bi rêya teknolojiyê, wêjeya klasîk û nifşên ciwan bigihîjin hev.

Parve bike: