TR KU SO
FB X
Kurdistan

Konsulê Fransa: Em ê çandiniya gundên Kurdistanê pês bixin

Admin H
Nivîskar
📅 23 îlon 2024 22:11

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem, li Foruma Aborî ya Fransa-Kurdistanê ya li Parîsê tê lidarxistin got,  ji bilî hemû kompaniyên Fransî ku li Herêma Kurdistanê kar dikin û berhemên Fransî tînin Kurdistanê, ew ê gundên Kurdistanê di warê çandiniyê de geş bikin.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem ji K24ê re ragihandiye: “Nêzîkî 30 kompaniyên Fransî pêwendiyên wan ên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re hene û di warên cuda de kar dikin.”

Braem diyar kir, beşek ji wan kompaniyan, berhemên Fransî tînin Herêma Kurdistanê, wek otomobîl, cil û berg û kelûpelên jinan. Hinek jî di warê çandiniyê de kar dikin û got: “Em kar ji bo pêşxistina gundên Kurdistanê di warê çandiniyê de jî dikin.”

Yekemîn Foruma Aborî ya Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tevgera Aborî ya Fransayê, îro li Parîsê dest pê kir.

Parve bike: