TR KU SO
FB X
Kurdistan

Konsulê Qeter: Li Kurdistanê pêsketineke giring heye

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2023 18:55

Peyama Kurd - Konsolê Giştî yê Qeterê yê Hewlêrê Huseyîn Bin Elî Fezala balê kêşa ser giringîya projeya Jobs.KRD û diyar kir ku li Herêma Kurdistanê pêşketin û geşedaneke berbiçav û girîng heye.

Serkonsolosê Qeterê yê li Hewlêrê Huseyîn Bin Elî Fezala beşdarî merasîma destpêkirina projeya Jops.KRD bû, di merasîmê de axaftinek kir.

Fezala di axaftina xwe de got: "Taybetmendiya herî girîng a Jobs.KRD ew e ku projeyek ku armanca wê ne qezenca aborî ye. Berovajî, armanca wê ji bo ciwanan peydakirina pêkanîna kar e."

Fezala diyar kir ku li Herêma Kurdistanê û pêşketineke xwe dide xuyakirin heye û anî ziman ku projeya Jobs.KRD, wê warên cuda de, bi geşbûna xwe re kar û reqabetê ji ciwanan re bibe alîkar.

Merasîma projeya Jobs.KRDê bi amadebûna Arîn Mesrûr Barzanî û gelek berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û konsolên Hewlêrê bi rê ve çû.

Merasîm, bi mebesta danasîna projeya Jobs.KRDê ya ku ji bo ciwan û kargerên Herêma Kurdistanê di derbarê pêşxistina kar de bêne dabînkirin çêkirin.

Parve bike: