TR KU SO
FB X
Kurdistan

Konsulxaneya Almanya êrîsa PKKê ya sehîdkirina Pêsmergeyên Kurdistanê sermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2021 03:36

PeyamaKurd – Konsolxaneya Almanya ya Hewlêrê li ser êrîşa PKKê ya li devera çiyayê Metînayê ku doh 5ê Hezîranê pêk anîbû û 5 Pêşmerge hatibûn şehîdkirin û 7 jî birîndar bûbûn peyameke şermezarî û sersaxiyê belav kir.

Konsulxaneya Almanya ya Hewlêrê li ser hesabê fermî yê Twitterê êrîşa PKKê şermezar kir û ji kesûkarên şehîdan re sersaxî xwest.

Di peyama konsulxaneya Almanyayê de hat gotin, “Em êrîşa PKKê ya dijî Hêzên Pêşmerge şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin.”

Parve bike: