TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kosret Resûl: Roja Referandûma Serxwebûnê roja xweş û dîrokî ya jiyana min e

Admin H
Nivîskar
📅 25 îlon 2026 19:13

PeyamaKurd - Cîgirê Berê yê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, di salvegera 9emîn ya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de ku 25ê Îlona 2017an hatibû lidarxistin û ji sedî 93yê gelê Kurdistanê jê re gotibû ‘Erê’ ragihand ku pêkanîna Referandûmê li Kerkûkê û deverên Kurdistanî ji bo wî mezintirîn serbilindî û yek ji rojên dîrokî û xweş ên jiyana wî ye.

Resûl li ser rûpelê xwe yê Facebookê wiha nivîsî: "Ji bo min mezintirîn serbilindî ye, yek ji rojên dîrokî û xweş ên jiyana min e, ku serperiştîkirina Referandûmê li Kerkûkê û deverên me yên Kurdistanî wekî erkekî nîştimanî û neteweyî hatibû bi min hatibû dayînn."

Kosret Resûl Elî diyar kir: "Di rûdaneke dîrokî û kêmwêne de, xelkê Kerkûkê û deverên Kurdistanî di Referandûmê de dengê xwe dan û Kurdistanîbûna wan deveran careki din îsbat kirin."

Parve bike: