Kurdistan
Koye | Li Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi hêz çêbû: 5,9...
PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Koyê kurtedemek berê erdhejeke bi dijwariya pileya 5,9an rû da.
Li gorî zanyariyên çavdêrxaneyên erdhejê, erdhej vê sibehê li demjimêr 08:50 çêbûye û navenda erdhejê bajarê Koyê ye. Hat zanîn ku erdhej di kûrahiya 5,22 kîlomteran de çêbûye.
Erdhej ji bilî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê jî bi taybet li Wanê hatiye hîskirin ku metirsî heye ziyanên wê erdhejê hebin.
Hîn derbarê ziyanên erdhejê de ti agahiyên zelal belav nebûne.