Kurdistan
Kurdekî Rojava li ber Ofîsa NY xwe sewitand: Ji polîsê Swîsre daxuyanî...
PeyamaKurd - Penaberê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, li ber ofîsa NY ya Cenev a Swîsreyê agir (UNHCR) berda bedena xwe.
Li gorî zanyariyan bûyer îro qewimî ye û penaberê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê yê 31 salî ku li Almanyayê dimîne, li ber ofîsa NY ya Cenev a Swîsreyê xwe şewitandiye.
Penaberê ku ji ber şewatê birîndar bû bi helîkopterekê ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Li gorî ragihandina medya cîhanî, penaberê Kurd ji bo protestokirina êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê agir berdaye bedena xwe.
Berdevkê Polîsê Cenevê Silvain Guillaume-Gentil jî da xuyakirin, "Em zen dikin ku sedema xweşewitandina wî siyasî ye.”