Kurdistan
Kurdên Êzidî pîrozbahiyên Çarsema Sor betal kirin
PeyamaKurd – Kurdên Êzidî bi sedema belavbûna vîrusa koronayê û têkoşîna bo pêşîgirtina wê, îsal hemû çalakî û pîrozbahiyên Çarşema Sor betal kirin.
Serokê Konseya Rûhanî ya Civaka Êzidî Kerîm Silêman ragihand ku ew dê wekî hemû beşên din ên civakî li gorî rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin û pîrozbahiyên cemawerî pêk neyînin.
Silêman herwiha da xuyakirin ku Mîrê Êzidiyên Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg jî bang li Kurdên Êzidî kiriye ku Çarşema Sor li malên xwe pîroz bikin.