Kurdistan | 20 wefat û 2.189 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 2 hezar û 189 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 17ê Tebaxê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2189 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 552 kes li Hewlêrê, 901 kes li Silêmaniyê, 562 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 128 kes li Germiyanê û 40 kes li Raperînê ne.
Wezaretê eşkere kir, di nav 24 demjimêran de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 7 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 1995 kes jî ji koronayê baş bûne û ew jî 388 kes li Hewlêrê, 550 kes li Silêmaniyê, 899 kes li Duhokê, 17 kes li Helebceyê, 110 kes li Germiyanê û 31 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyan gihîşt 271373 kesan, ya mirinan bû 5098 kes û heta niha 219324 nexweş jî baş bûne.