TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | 202 kesên din bi Covid-19 ketin, 132 kes jî bas bûn

Admin H
Nivîskar
📅 04 adar 2021 19:08

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 202 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, kesekî wefat kiriye û 132 kes jî baş bûne.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin; ji 202 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 114 kes li Hewlêrê, 36 kes li Silêmaniyê, 42 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce,  4 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha kesekî li Germiyanê can daye û 132 kes jî baş bûne.

Tevî van hejmarên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 109789 kesan, ya mirinan bû 3526 kes û heta niha 104050 kes jî baş bûne.

 

Parve bike: