TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | 24 kes mirin û 735 kesên din bi koronayê ketin

Admin H
Nivîskar
📅 28 îlon 2020 20:50

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 735 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kes jî mirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye ragihandin, di nav 24 demjimêrên borî de 735 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku ji wan 292 kes li Hewlêrê, 103 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê, 283 kes li Duhokê û 32 kes li Helebceyê ne.

Dîsa 22 kesan jî can daye ku ew jî 2 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 4 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.

Herwiha di nav 24 demjimêran de 286 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne ku 204 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Germiyanê, 3 kesl li Duhokê û 24 kes li Helebceyê ne.

Hejmara giştî ya pêketina koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 46 hezar û 466 kesan, 29 hezar û 708 kes baş bûne û heta niha hezar û 693 kes jî ji wê nexweşiyê mirine.

Parve bike: