TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | 25 wefat û 643 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2021 21:00

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 25 wefat û 643 pêketiyên nû yên Covid-19  hatine tomar kirin.

Di daxuyaniya îro Yekşemê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin; di 24 saetên borî de 643 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û 25 kesan jî ji ber vîrusa koronayê can daye.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt 361 hezar û 596 kesan, ya mirinan bû 6 hezar û 441 kes û heta niha 343 hezar û 315 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Parve bike: