TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | 26 mirin û 403 pêketinên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 27 mijdar 2020 21:51

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 403 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kes jî ji wê nexweşiyê mirine.

Di daxuyaniya îro 27ê Mijdarê ya wezaretê de hat diyarkirin, ji 403 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 105 kes li Hewlêrê, 126 kes li Silêmaniyê, 20 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê, 144 kes li Duhokê û 6 kes li Helebceyê ne.

26 kesên can dane jî 7 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 3 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Wezaretê hejmara nexweşên baş bûne jît eşkere kir û ragihand, di 24 demjimêran de 209 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 128 kes li Hewlêrê, 27 kes li Silêmaniyê, 41 kes li Germiyanê, 2 kes li Duhokê û 11 kes li Helebceyê ne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 95 hezar û 638 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 104 kes û ya kesên baş bûne jî gihîşt 59 hezar û 241 kesan.

Parve bike: